Li gel hatine biharê xweza ji nû ve dibişkive. Baran axê, ax jî jiyanê zindî dike.
Û di rojên biharê de, di nîva rojê de ji nişka ve baranek dibare, keskesoreke rengîn dikeve asîmanan.
Keskesoreke wiha, li navenda Botanê Cizîra Botan bû sedema jiyana hin hest û bedewiyên bêhempa.
Keskesora ku bi qasî 15 deqeyan li asîmanan bû, Cizîr, Cûdî û Çemê Dîcleyê xemiland.