Çiyayên Şirnexê tên bombe kirin
Hêzên dewleta Tirk di bin navê "Qedexeya kolanan" de her roj çiya û herêmên derdora Şirnexê topbaran dikin.
Hêzên dewleta Tirk di bin navê "Qedexeya kolanan" de her roj çiya û herêmên derdora Şirnexê topbaran dikin.
Şirnexa ku 138 roj in di bin êrîşên çeteyên Qesrê de ne, her roja ku diçe êrîşên xwe yê li dijî wê dijwartir dike. Çeteyên Qesrê di bin navê "Qedexeya kolanan de" de her roj çiya û herêmên derdora Şirnexê bi topên hewanan bombe dikin. Îro jî, ji danê sibehê ve çeteyên Qesrê ji Qereqola Gumustepeyê bi topên hewanê êrîşên xwe domandin û ji ber vê agir bi Girê Hacî yê Sêgirkê ket.
Niştecihên herêma Sêgirkê dan zanîn ku ew herêmên ku hêzên dewletê bombebaran dikin, bi taybetî şivan û welatiyên ku bax û baxçeyên wan li wan dera ne, diçin wir.