Li navçeya Silopî ya Şirnexê ciwanên ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin çalakî pêk anîn, rê li trafîkê girtin.
Li navçeya Silopî ya Şirnexê komek ciwan li hev kom bûn û bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Ciwanên ku li taxa Başakê li hev kom bûn û rê li trafîkê girtin, tecrîda li ser Ocalan û mudaxeleya polisan a di 14'ê Tîrmehê de li dijî gel pêk hat şermezar kirin. Ciwanan li kolanê bi agir "Apo" nivîsandin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedaiyên Apo ne" û "Ocalan" berz kirin. Dema polîs nêzî çalakiyê bûn ciwanan bombeyên deng û fîşekên hewayî avêt. Çalakiye heta derengê şevê berdewam kir.