Ciwanên Kerkûkê bertek nîşanî destdanîna ser cenazeyê şervanê YPG’ê dan
Cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Michel Wîllîam Îsrael û Anton Lescbîk ê bi eslê xwe Elman li Deriyê Sînor ê Sêmalka ji aliyê PDK’ê ve hate hate desteserkirin. Li ser vê yekê ciwanên Kerkûkê bertekên tund nîşanî vê helwestê dan.
ANF
KERKÛK
şemî, 17 berfanbarê 2016, 20:44
Îro di saet 16:00’an de ciwanên Tevgera Ciwanên Kurdistanê li ser rêya Ahvan a Kerkûkê daxuyanî da û nêzîkatiya PDK’ê ya jib o şehîdên Kurdistanê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em revandina cenazeyên şehîdên xwe lent dikin. Şehîd heval Mîchael ji Amerîka ji bo rûmeta mirovahiyê beşdarî refên YPG’ê bû. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên dewleta faşîst a Tirk şer kir. Tevlîbûna Şehîd Michael yê nava refên YPG’ê li welatê wî û Ewropayê bondorekî pir mezin çêkir.”
Ji bo cenazeyên her 2 şervana ber bi welatên wan ve bi rê bikin ji Rojava derbazî Başûrê Kurdistanê kiribûn. Lê, asayîşa PDK’ê bê ku hincetekê bidin nîşandan dest danîn ser cenazeyên şervanên enternasyonal ên bi nave Anton Lesbcîk û Mîchael Wîllîam.