Ji bo 28 ciwanên li Çiyayê Bêzarê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Di merasîmê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Semsûrê Mehmet Varol diyar kir ku kesên 18 sal berê li Çiyayê Bêzarê komkujî pêk anîn îro li Roboskiyê komkujiyên xwe berdewam diki.
28 kesên di sala 1994'an de li Çiyayê Bêzarê yê Semsurê ku bê çek bûn û bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin. Bi sedan welatiyên ji Semsur û Meletiyê hatin li cihê komkujî lê pêk hatin li Çiyayê Bêzarê ji bo 28 kesan merasîmeke bîranînê li dar xistin. Serokê YAKAY-DER'ê yê Semsurê Alî Gozubuyuk, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Semsurê Mehmet Varol, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Meletî Gaffar Bayram û gelek welatî tevlî merasîmê bûn.
Di bîranîna li Çiyayê Bêzarê de sloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Tolhildan tolhildan" hatin berzkirin. Di merasîmê de jinan rondikên xwe negirtin û demên hestiyar hatin jiyîn. Piştî rêzgirtinê Serokê YAKAY-DER'ê yê Semsurê Alî Gozubuyuk axivî û wiha got: "Em li vî çiyayê bê ziman şehîdên xwe bi bîrtînin. Em şehîdên xwe ji bîrnakin û nadin jibîrkirin." Gozubuyuk, diyar kir ku 28 ciwanên wan bi awayeke hovane bi çekên kîmyevî hatin qetilkirin.
Serokê Rêxistina BDP'ê yê Meletî Gaffar Bayram jî diyar kir ku 18 sal berê 28 ciwanên wan hatin qetilkirin û bi komkujiyan pirsgirêka kurd çareser nabe. Bayram, anî ziman ku dixwazin bi operasyonên siyasî û leşkerî gelê kurd ji holê rabikin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Semsurê Mehmet Varol jî diyar kir ku kesên 18 sal berê li Bêzarê komkujî kirin îro li Roboskiyê komkujiyên xwe berdewam dikin. Piştî axaftinan bi sedan welatiyan çûn Goristana Karapinarê ya gora 28 ciwanan lê û gul danîn ser gorran.