Ciwanên Başûrî: Di şexsê rojnamevanan de rastî tên kuştin

Ciwanên Başûrê Kurdistanê yên li beramberî qetilkirina nûçehîganê Rojnewsê Hisên Alî de nerazîbûn nîşan da, gotin; “Yên ji rastiyan ditirsin, Vedat qetil kirin.”

Komal Serhat bal kişand ku di salên dawî de li Başûrê Kurdistanê înfazên rojnamevanan zêde bûne, wiha axivî: “Eşkerekirina qatilên Vedat Hisên, ji bo careke din cînayetên bi vî şêweyî çênebin xwedî girîng e.”

Serhat, dengê xwe kir ku eger ev kuştin neyên ronîkirin, wê Başûrê Kurdistanê zêdetir ber bi sîstemek antîdemokratîk biçe û wiha dewam kir: “Ji bo ev nebe jî, pêwîst e tevahî ciwan hê zêdetir hestiyar bibin û ji bo maf û azadiyên xwe jî li dijî her cure sepanînên antîdemokratîk xwe bi rêxistin bikin. Eger rojnamevan bêdeng bibin, rastî jî bêdeng dibin, wê demê derew dibin serwer.”

YA HATIYE QETILKIRIN, RASTÎ NE

Rebîn Nûrî jî wiha ragihand: “Ez ew kesên ku Vedat qetil kirin, lenet dikim. Rojnamevanan ji bo em karibin xwe bigihînin zanyariyên rast û bêalî canên xwe datînin holê. Rojnewsê, ji roja hatiye damezirandin heta niha, di qada rojnamevantiyê de xebatên girîng meşandin. Diyar e ku hin kes ji ber tirsa xwe dixwazin wan bêdeng bikin.

Şiyar Çemçemal jî bal kişand ku qetilkirina rojnamevana rewşek bêexlaqî ye, di şexsê rojnamevanan de hewldana kuştina rastiyan heye, wiha dewam kir: “Dixwazin civakê bipelçiqînin, teslîm bigirin, krîzê li her derê berbelav bikin. Lewre jî rojnamevanan dikin hedef. Ev cînayet di bin berpirsiyariya Asayîşa Dihokê de ye. Ji ber vê jî divê teqez failan bibînin, bê armanca kuştina Vedat çi bû, derxin holê. Wek gelê Başûrê Kurdistanê jî bendewariya me ev e.”

...