Ciwanên Başûrî: Di şexsê rojnamevanan de rastî tê kuştin
Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî qetilkirina nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên Elî dan û gotin, "Yên Wedat qetil kirin, ew kes in ku ji eşkerebûna rastiyan ditirsin."
Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî qetilkirina nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên Elî dan û gotin, "Yên Wedat qetil kirin, ew kes in ku ji eşkerebûna rastiyan ditirsin."
Komal Serhat bal kişand ser zêdebûna bûyerên ukştina rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê û got, "Eşkerebûna kujerên Wedat Hisên, ji bo careke din cînayetên bi vî rengî rû nedin, gelekî girîng e."
Serhat hişyarî da û diyar kir, eger ev cînayet neyên ronîkirin wê Başûrê Kurdistanê gav bi gav ber bi sîstemeke antî demokratîk biçe û got, "Ji bo ev nebe, divê ciwan hemû ji bo maf û azadiyan xwe bi rêxistin bikin û li dijî kiryarên antî demokratîk derkevin. Eger rojnamevan bên bêdengkirin, wê rastî bêdeng bibe, wê derew serdest bibe."
YA HATIYE QETILKIRIN, RASTÎ YE
Rebîn Nûrî jî got, "Ez wan kesên ku Wedat qetil kirine, lenet dikim. Rojnamevan, ji bo em bibin xwedî agahiyên rast û bêalî, canê xwe dikin gorî. RojNews ji roja avabûna xwe û vir ve di rêya rastiyê de karekî girîng kiriye. Xuya ye hin kesên ji vê ditirsin dixwazin wê bêdeng bikin."
Şiyar Çemçemal da xuyakirin, ku qetilkirina rojnamevanan rewşeke ne exlaqî ye, di şexsê rojnamevanan de hewl hat dayîn rastî bê kuştin û got, "Dixwazin civakê bitepisînin, teslîm bigirin û krîzê mayînde bikin. Ji bo vê jî rojnamevanan hedef digirin. Ji ber ku dizanin, heta wan bêdeng nekin, nikarin bigihêjin armanca xwe. Ji vê cînayetê, Asayîşa Duhokê berpirsyar e."