Hemwelatiyê binavê Mahsûm Karaoglû yê ji bo protesto kirina komkujiya Roboskiyê li Tetwana Bedlîsê tevlî çalakiyê bibû, bi hinceta ku “Endamê rêxistinê ye” û “Zirar daye malê gelemperî” hate girtin û şandin girtîgehê.
Ciwanê binavê Mahsûm Karaoglû yê li navçeya Tetwana Bedlîsê ji ber ku tevlî çalakiya protestokirina komkujiya Roboskiyê bibû di 17’ê Tîrmehê de hatibû binçavkirin. Ji ber ku di derbarê çalakiya tevlîbûyî de doz lê hatibû vekirin û îfade neda bû, hate binçavkirin. piştî karûbarên Karaoglû yên li miduriyetê bi îdîaya ku, “Endamê rêxistinê ye” û “Zirar daye malê gelemperî” hate girtin û şandin girtîgehê.