Ciwanan bi bombeyên deng êrîşê Qereqolê kir

Ciwanan bi bombeyên deng êrîşê Qereqolê kir

Li Amedê îşev jî wekî her şev gel daket qadê û bi berxwedana xwe xwedî li cangoriyên xwe ku ev 64 roj in bedena xwe dane ber birçîbûnê derket. Li Rezan û Şehîtlikê polîsan car din êrîş bir ser ciwanên çalakger, lê ciwanên kurd bi berxwedana xwe bersivek bêhempa da polîsên AKP’ê.

Li Amedê boneya bal kişandina ser grevên birçîbûnê yên ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ve di 12’ê îlonê de hatiye destpêkirin û ket roja 64’emîn, îşev jî li gelek deveran gel daket qadê û serhildana xwe gur kir. Li bajar dema ku saet bû 19.00, gel dest bi çalakiya vemirandina lambeyan kir û bi fîtik, lêdana beroş û çepikan helwesta hikûmetê şermezar kir. Li Navçeya Rezan dîsa bi sedan ciwanên kurd li hev civiyan û bi bombeyên deng êrîş birin ser Qereqola Polîsan a Rezan. Polîsan jî bi bombeyên gazê û ava şid mudaxale li ciwanan kir. Piştî mudaxaleyê ciwanan bi fîşekên hewayî kevir û bombeyên den bersiv dan polîsan.

POSTERÊN OCALAN Û ALÊN HPG’Ê HATIN VEKIRIN

Piştî ku polîs vekişiyan vê car ciwanan li ser cadê agir pêxist û barîkat danîn. Ciwanên li ber agir li hev civiyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên HPG’ê vekir. Her wiha ciwanan duruşmên wekî “Bijî Serok Apo” “PKK gel e gel li vir e”, “Ciwan fedayiyê Ocalan e” “Gerîlla, Gerîlla” û “Amed ranaze li berxwedana xwe xwedî derbikeve” qêriyan. Piştî ku ciwanan poster vekirin û cardin berê xwe dan ber qerekolê û meşiyan polîsan bi panzer û akreban êrîş bir ser ciwanan. Çalakgeran jî bi keviran bersiv da polîsan. Li Navçeya Rezan pevçûnên di navbera polîs û ciwanan de hêj didomin.

LI ŞEHÎDLIKÊ POLÎSAN NEKARÎ TÊKEVIN QADÊ

Li aliyê din, dîsa bi heman mebestê li Semta Şehîtlîk a Amedê bi dehan ciwan hatin cem hev, agir pêxîstin û barîkat danîn ser cadeyê. Polîsên ku xwestin mudaxale li ciwanan bikin rastî berxwedana ciwanan hat. Li gel êrîşa polîsan ciwanan destûr neda polîs bikevin nava taxê û li ber barîkatê, polîs û ciwan bi pevçûn. Li vir jî pevçûn hêj didomin.