Çîftkûran: Em Zikat û Fitrên xwe bidin gelên Gever û Nisêbînê
Serokê Komîsyona Baweriyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zahît Çîftkûran xwest, hemû Misilman zikat û fitrên xwe ji bo pêçandina birînên mirovên li herêmên xwerêveberiyê, bibexşînin.
Serokê Komîsyona Baweriyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zahît Çîftkûran xwest, hemû Misilman zikat û fitrên xwe ji bo pêçandina birînên mirovên li herêmên xwerêveberiyê, bibexşînin.
Çîftkûran, ji bo gelê Gever, Nisêbîn, Sûr, Cizîr û Şirnexê yên bi destê dewletê hatin talankirin banga piştgirî û alîkariya lezgîn kir.
Çîftkûran da zanîn, di meha Remezanê de ku ji bo ola Îslamê weke meheke pîroz tê qebûlkirin, li qadên berxwedana xwerêveberiyê mirov nikarin fitara xwe bi dilrehetî vekin û got, "Weke ku tê zanîn, tofaneke mezin li xaka me rabû û gelek mirovên me neçar man mal, bexçe, cih û warên xwe biterikînin û koç bikin. Li gorî ola Îslamê alîkariya ji bo mirovên zor û zehmetiyan dikişînin, ferza li ser hemû Misilmanan e. Ji ber ku ola Îslamê li ser parastina jiyana mirovan ava bûye, ne li ser kuştinê.
Ji ber vê yekê roj roja destekkirina gelên Gever, Nisêbîn, Sûr û Şirnexê ye. Kirina nimêjê, girtina rojiyê bi tenê bi kêrî me tên; lê Misilmanên rasteqîn tiştên ne tenê bi kêrî wan tên, tiştên bi kêrî mirovahiyê tên dikin. Misilmantî nayê wê wateyê ku mirov zilma tê kirin nebîne û bi tenê li mala xwe nimêjê bike, rojiyê bigire. Baweriyeke bi vî rengî bawerî nîne. Baweriya me, bi helwesta me ya li pêşberî tofanek bi serê mirovên din de hat re, derdikeve holê."
Zahît Çîftkûran gotina "Yê ku dema cîranê xwe birçî be ew bi têr razê, ne ji me ye" ya Hz. Mûhammed bibîr xist û got, "Li herêmên Gever, Nisêbîn, Sûr, Cizîr û Şirnexê pitik di zikê dayika xwe de, extiyar û jin li nava kolanan hatin qetilkirin. Mirovên ji ber van komkujiyan man e jî bi birçîbûnê re rû bi rû ne û li derve man e. Ji ber vê yekê ez bang li tevahiya mirovahiyê dikim, ku bi yekîtî û hevgirtinê ve ji bo pêçandina birînên van mirovên mexdûr, destekê bidin. Weke ku tê zanîn meha Remezanê meha aştî û biratiyê ye. Eger em di rojeke bi vî rengî de birînên mirovan nepêçin, ji birînan re nebin merhem, hingî wê ew birîn rojekê li me vegere. Lewma her kesên dixwazin alîkariyekê bikin, divê zikat û fitrên xwe bi pêşengiya Komeleya Rojava tevlî vê kampanyayê bikin."