Der barê Parlamentera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana de bi hinceta k udi Newroza 2007’an a Amedê de di axaftin xwe de ‘Pesnê sûc û sûcdar daye’ hate darizandin û Zana ji ‘3’emîn Pakêta darazê' feyde wergirt. Dadgehê der barê doza Zana de biryara paş ve xistinê da.
Danişîna li 6’emîn Dadgeha Cezaya giran Amedê hate dîtin Zana tevlî nebû û parêzerê wê Mesut Beştaş tevlî bû.
Dozgerê Komaê di mutaalaya pêşkêşî dadgehê kir de der barê Zana de daxwaz kir ku doz di çarçoveya ‘3’emîn pakêta darazê de’ bê nirxandin û wiha got: “ Her çiqas der barê bersûcê de ji sûcê ‘pesindayînê hebe’ jî li gorî xala TCK ya hejmara 215/1’ê doz hatibe vekirin jî ev çalakiya bersûc dikeve çarçoveya hukmê qanûna hejmara 6352’an. Ji bo birayra taloqkokirina mutala tê xwestin.”
Parêzerê Beştaş diyar kir ku divê îştîrakê mutaalaya dozgerê komarê û got ku divê doza Zana di çarçoveya qanûna nû de bê betalkirin.
Dîwana dadgehê piştî navberekê biryar da ku doza Zana taloq bibe. her wiha Dadgehê biryar da ku ger Zana di nava 3 salan de bi riya çapemeniyê nêrîn û daxuyaniyan bide dê rastî cezayê pere yê edlî bê.
Leyla Zana di 2007’an de bi hinceta ku di Newroza Amedê de propagandaya PKK’ê kiriye rastî du sal ceza hatibû.