Dadgeha Bilind cezayê Alîkarê Şaredarê Wêranşarê Nayif Aslan ya 10 mehî erê kir.
Derbarî Alîkarê Şaredarê Wêranşarê Nayif Aslan ji ber ku di sala 2009'an li Navçeya Girêsor ya Rihayê de beşdarî cenazeyê gêrîlayên HPG'ê bûye di 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê de hatibû darizandin û bi hinceta 'propagandaya rêxistinê kiriye' 10 meh ceza lê hatibû birîn. 10 meh cezayê ku li Aslan hatibû dayîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve jî hate erêkirin.
Hate zanîn ku Aslan dê ji bo ji 3'emîn Paketa Darazê sûd werbigire serlêdan bike. Heke serlêdana Aslan were qebûl kirin dê di nava 10 rojan de ji girtîgehê derkeve.