Çeteyên Qesrê li derdora Şirnexê xendekan dikolin
Bombekirina giran a li ser Şirnexê ji duh ve dewam dike, li derveyî bajêr jî çeteyên Qesrê û cerdevanên wan çeperan dikolin.

Li Şirnexê operasyonên qirkirinê di roja 54. de dewam dikin, her wiha li ser taxên Yenî, Bahçelîevler û Îsmetpaşayê bombekirinek giran heye. Çeteyên Qesrê dema li Şirnexê dest bi êrîşên qirkirinê kiribûn, gotibûn “Destpêkê wê mal bi topan bêne hilweşandin.” Niha jî li gor vê taktîkê yek bi yek mal û kargehan xera dikin.
Bi tank, top û obusên li derdora bajêr hatine bicihkirin ve ji danê êvarî heta niha li ser taxên Bahçevlîevler û Îsmetpaşayê bombekirina dijwar dewam dike, her wiha ji taxan dengê çekan û dûman bilind dibin.
Çeteyên Qesrê danê sibehê bombekirin li ser Taxa Yenî giran kirin, malên derveyî bajêr yek bi yek hildiweşînin. Hate dîtin ku bi bombekirinê ve gelek mal hilweşiyan. Dîsa, bi wesayîtên zirxî yên li taxên Tekser û Vakifkentê hatine bicihkirin ve jî Taxa Yenî bênavber tê gulebarandin.
Li gel vê, hate dîtin ku komek çeteyên Qesrê û cerdevan li bejahiya Rêya Derdor a li bin Taxa Yenî dest bi kolana çeperan kirin. Li navbera Zanîngeha Şirnexê û Gumuştepeyê ku wek navenda çeteyên Qesrê tê zanîn, kolana çeperan didome.