Çeteyên Qesrê li Amedê êrîşî gorên gerîla û şervanan kirin

Çeteyên Qesrê li Amedê çûn Goristana Yenîkoyê, gorên gerîlayan texrîp kirin. Çeteyan kevirên goran rakirin, kulîlk û dar şkandin.

Çeteyên Qesrê li Amedê çûn Goristana Yenîkoyê, gorên gerîlayan texrîp kirin. Çeteyan kevirên goran rakirin, kulîlk û dar şkandin.

Çeteyên Qesrê li goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezan a Amedê êrîşî gorên gerîlayên HPG û şervanên YPG’ê kirin. Çeteyên Qesrê danê nîvro bi 4 wesayîtên zirxî hatin goristanê, malbatên li ser gorên zarên xwe dûr xistin. Polîsan bi dûrxistina malbatan ve 2 saetan goristan dorpêç kirin, kevirên goran rakirin. Polîsan hin wêneyên li ser goran jî şkandin û her wiha berê xwe dan daran jî. Polîsan pêl goran kir, kulîlk pelçiqandin.

Her wiha, polîsan zarokên li ser goran jî kom kirin, gotin: “Ka kevirên goran bişkînin em ê pereyan bidin we.” Zarokan ev bêexlaqiya polîsan qebûl nekirin û ji goristanê dûr ketin.

Dema polîsan zerar didan goristanê, Şerîf Ozdemîr ê 83 salî ev dît, got polîsan ew tehdît kirine û xwestine ji goristanê dûr bikevin.

Sureyya Ozmaskan jî wiha axivî: “Ev wehşet e. Zarokên me qetil kirin, niha jî gorên wan texrîb dikin. Van para xwe ji mirovahiyê negirtine.”

Hevseroka Şaxa Amedê ya MEYA-DER’ê Ayşe Dîcle got zîhniyeta bêexlaq li goran jî tehamul nake, diyar kir ku polîs bi delîlên derewîn ve hewl didin êrîşî goristanê bikin.

Malbat, piştî ku polîs vekişiyan hatin ser goran, kevirên goran dîsa bi cih kirin û li ser gorên zarên xwe Yasîn xwendin.