Çeteyên Qesrê bi obusan êrîşî çoltera Şirnexê dikin

Qada Çiyayê Fila û Girê Mizgeftê ya di navbera Şirnex û Bestayê de bi tank û obusan tê bombekirin.

Qada Çiyayê Fila û Girê Mizgeftê ya di navbera Şirnex û Bestayê de bi tank û obusan tê bombekirin.

Li Şirnexê êrîşên qirkirinê yên rejîma AKP’ê di roja 54’emîn de didome. Çeteyên Qesrê bi tank û obusan êrîşî qada Çiyayê Fila û Girê Mizgeftê yê di navbera Şirnex û bajarokê Gundikê Melê dikin. Hate diyarkirin ku li hin cihên ku obus lê ketine jî şewat çêbûne.

Her wiha, hate ragihandin ku her du qadên di navbera navenda bajar û Besta de dimînin ji aliyê leşkerên Tirk ve bi awayekî emelî “herêma qedexe” hatiye îlankirin. Hate hînbûn ku şivanên bajarokê Gundikê Melê û gundê Biryanê ji aliyê Qereqola Jendermeyan a Mîlî hatine hişyarkirin ku neçin herêmê.

Bombebaranên li hember bajêr jî li hember taxên Bahçelîevler, Yenî û Îsmetpaşayê didomin.