Nûçegihanê Rojhilata Navîn Patrîck Cockbûrn, têkildarî ziyareta Şamê nivîsek li qelem da.
Cockbûrn diyar kir, operasyona dagirkeriyê ya Tirkiyê ‘’bi raz e’’ û got, DAIŞ piştî operasyonê beriya ku li ber xwe bide ji Cerablûsê veqetiyaye. Cockbûrn rê da gotinên çeteyekî DAIŞ’ê û got, ‘’Dema ku artêşa Tirkiyê hate Cerablûsê ez bi hevalekî xwe re axivîm. DAIŞ’ê Cerablûs bernedaye, tenê riha xwe kurt kirine.’’
‘TIRKIYÊ PIR DESTEK DA WAN’
Di nivîsê de tê gotin, Farajê 30 salî ku dema Til Ebyad havîna 2015’an ji hêla YPG’ê ve hate azadkirin ew di nav koma 150 kesî ya çeteyên DAIŞ’ê de bûye. Li gorî nivîse çeteyê bi navê Faraj gotiye, ‘’Tirkiyê pir piştgirî da DAIŞ’ê. Gulana 2015’an dema ku ez li Til Ebyadê bûm, bêyî astengiyek hebe, ji sînor me gelek cebilxane stand.’’
Çeteyê bi navê Faraj ji bo Erdogan dibêje, ‘’ji gelek dîktatorên Ereb çêtir e.’’
Faraj dibêje Tirkiyê destek daye DAIŞ’ê, ew ber bi kûrahiya Sûriyê ve tehf daye, Erdogan dixwaze bi Kurdên Bakur re bikeve nav şerekî û ji bo vê jî ‘’berpirsê parçebûna Sûriyê’’ Erdogan e.