Çeteyên DAIŞ'ê li Kerkûkê êrîşî kargeheke gazê kirin
Çeteyên DAIŞ'ê li rojavayê Kerkûkê êrîşî cihekî firotina tupên gazê kirin. Ji ber vê êrîşê polîsekî û 3 xebatkarên kargehê jiyana xwe ji dest dan.
Çeteyên DAIŞ'ê li rojavayê Kerkûkê êrîşî cihekî firotina tupên gazê kirin. Ji ber vê êrîşê polîsekî û 3 xebatkarên kargehê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên ji rayedarên ewlekariyê hatin bidestxistin, çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev êrîşî Navenda Baciwan Gaz kirin, ku li vê derê tupên gazê yên malan tê firotin. Ji ber vê êrîşê polîsekî û 3 xebatkarên kargehê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyan, di dema êrîşê de çeteyekî bombeyên li ser xwe pêçandî teqandiye, çeteyê din jî piştî ku hêzên ewlekariyê hatine cihê bûyerê, reviya ye. Tê gotin, çeteyan lûleyeke gazê jî teqandine û çend mayîn li herêmê bi cih kirine. Hêzên ewlekariyê hewl didin mayînên çeteyan rakin.
Ev navenda gazê ya ser bi şîrketa Bakur Gazê, ku bû hedefa êrîşa çeteyan, li gundê Baciwan ê li rojavayê Kerkûkê ye, ku li ser rêya Kerkûk-Dûbizê ye.