Çeteyên DAIŞ'ê ji 4 aliyan ve êrîşî Geliyê Şilo kirin, şer dewam dike

Piştî êrîşa 11'ê Hezîranê ya ji şeş aliyan ve, çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê ji çar aliyan ve êrîşî Geliyê Şîlo yê Şengalê kirin. Şerê li vê derê derket, hînê dewam dike.

Piştî êrîşa 11'ê Hezîranê ya ji şeş aliyan ve, çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê ji çar aliyan ve êrîşî Geliyê Şîlo yê Şengalê kirin. Şerê li vê derê derket, hînê dewam dike.

Li gorî nûçeya RojNewsê, çeteyên DAIŞ’ê ji 4 aliyan ve êrîşî gelê Şîlo kirin. Hêzên YBŞ û YJŞ'ê bi tundî bersiva çeteyan dan û şerekî dijwar derket. Hat ragihandin, ev şer hînê dewam dike.

Der barê encamên şer de heta niha ti agahî nehatine bidest xistin.

Çeteyên DAIŞ'ê roja 11'ê Hezîranê jî ji şeş aliyan ve êrîşî gundê Medîbanê û Geliyê Şîlo kiribûn û di encama bersiva YBŞ/YJŞ'ê de derbeke giran xwaribûn. Di encama vî şerî de 18 çeteyên DAIŞ'ê hatibûn kuştin, tevî 8 cenazeyan gelek çek û cebilxane ketibûn destê hêzên YBŞ/YJŞ'ê.