Çeteyên AKP/Qesrê li Nisêbînê warên çandiniyê şewitandin

Çeteyên AKP/Qesrê li Nisêbînê şewitandina malan didomînin, her wiha qadek çandiniyê ya 10 hezaran hektarî jî dan ber agir.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, bi mehan e bi “qedexeyên kolanan” re êrîşên qirkirinê yên çeteyên AKP/Qesrê didomin. Çeteyên AKP/Qesrê dikevin taxên Abdûlkadîrpaşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynelabîdîn û Kişlayê, gelek malan dişewitînin, hildiweşînin û talan dikin. Di çarçoveya êrîşên qirkirinê de li navçeyê 9 hezar mal û kargeh hatin hilweşandin, şewitandin, her wiha qadên çandiniyê ku çavkaniya herî girîng a navçeyê ye, tên tinekirin.

10 HEZARAN HEKTAR QADA ÇANDÎ HATE ŞEWITANDIN

Di çarçoveya êrîşên de, ji roja Duşemê heta niha qadên hatine çandin tên şewitandin. Heta niha bi 10 hezaran hektar qada hatiye çandin kirine xwelî. Li gundên Çaglê, Kertwênê, li qûntarên Çiyayê Bagokê, eraziyên qada Sanayiyê û li xeta sînorê Nisêbîn-Qamişloyê, bi 10 hezaran hektar qadên hatine çandin dan ber agir.

Di encama êrîşên AKP/Qesrê de ji ber şewatê xisarek pir mezin çêbûye, qada sera ya li gundê Nergîzlokê jî kirin xwelî. Hate dîtin ku li serayê xisarek gelekî mezin heye.