Çeteyên AKP’ê li Kurdistanê destûra şopandina çapemeniya azad nade!

Kiryarên AKP’ê yên li Kurdistanê li dijî maf û azadiyên mirovan dimeşîne gihiştiye asta herî jor.

Kiryarên AKP’ê yên li Kurdistanê li dijî maf û azadiyên mirovan dimeşîne gihiştiye asta herî jor. Di lêgerînên leşker û polîsan ên li nuqteyên kontrolê de bêyî spartekek hiqûqî û fermî, rojname û kovarên aîdî saziyên çapemenî û weşana azad têne desteserkirin.

Di çarçoveya konsepta înkar û îmhayê ya ku AKP’ê li Kurdistanê xistiye meriyetê, kiryarên terora dewletê li her qada jiyanê didome. Li sêgoşeya Sêrt-Êlih û Şirnexê, di tevahî ketin û derketinê rêyan de nuqteyên kontrolê yên polîs û leşkeran hatine danîn, li ser gel polîtîkayên zext û pelçiqandinê têne meşandin.

Pêkanînên li ser gel ên ku bi serwîsan di navbera Sêrt-Êlihê derdikevin rê jî êdî gel bêzar kiriye. Bi taybet, di ketina navçeya Misirc a Sêrtê de, wesayîtên rêwiyên ber bi Êlihê diçin yek bi yek têne sekinandin, ji rêwiyan re pirsên wek ber bi kû diçin, ji kû tên û bi çi armancê digerin têne kirin.

Dîsa heman kiryarê leşkerên Tirk li ser rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê ku ji aliyê rêwiyan di serwîsan de têne xwendin, pêk tînin. Bêtehamuluya li hember her du weşanên çapemeniya azad, li ser van rêyan bi awayekî eşkere têne dîtin. Leşker wiha rêwiyan dixin lêpirsînê: “Ev rojname, weşanên PKK’ê ne. Kî van dixwîne?” Vê jî bes nabînin û sansura li ser çapemenî û weşanên azad bi desteserkirinan dewam dikin.

Gel li hember vê nêzîkatiya li dijî azadiyên agahî û nûçe girtinê nerazîbûn nîşan da, asta binpêkirina mafan a li Kurdistanê jî rexne kirin.

Gel diyar kir ku leşkerên Tirk tehamula wan ji rojnameyan re jî nîne, anîn ziman ku divê ji bo dîtina binpêkirina mafan saziyên navneteweyî demildest bikevin nav tevgerê.