Çeteyan êrîşî gundên rizgarkirî yên Şehbayê kirin
Komên çete yên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyên hêzên şoreşger ên li gundên Um El-Hoş, Um El-Qura û Herbelê kirin.
Komên çete yên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyên hêzên şoreşger ên li gundên Um El-Hoş, Um El-Qura û Herbelê kirin.
Hêzên şoreşger ên li herêma Şehbayê, di dawiya meha Tebaxê de, gundên Um El-Hoş, Um El-Qura û Herbel ên girêdayî herêmên Şehbayê ji çeteyan rizgar kiribûn.
Hate ragihandin ku komên çete şevê din dîsa êrîşî gundên Um El-Hoş û Um El-Qura kirine. Li gorî agahiyan çeteyan bi dehan topan ve li van her du gundan xistine. Der barê encaman de agahî nehatin bidestxistin.