Çeteyan êrîşî Efrîn û Şehbayê kirin
Çeteyên girêdayî SÛK’ê bi çekên ji dewleta Tirk girtine êrîşî Kantona Efrîn û herêma Şehbayê kirin.
Çeteyên girêdayî SÛK’ê bi çekên ji dewleta Tirk girtine êrîşî Kantona Efrîn û herêma Şehbayê kirin.
Çeteyên girêdayî SÛK’ê bi çekên ji dewleta Tirk girtine êrîşî Kantona Efrîn û herêma Şehbayê kirin.
Komên çete yên girêdayî Koalîsyana Neteweyî ya Sûriyeyê a ku ENKS jî di nav de ye û piştgiriyê ji Tirkiyeyê digirin ku li herêma Rohilatê gundê El Malîkiye ya Rojavayê Ezazê cih digirin, saet derdorî 20:00’an bi hewan û fuzeyên ku bi destan hatine çêkirin, devera Vîled El-Aadî û El-Beradê bomberdûman kirin.
Çete di heman demê de bi çekên giran êrîşî Qestel Cîndo yê girêdayî navçeya Şera û gundê Qûtmê û Bafîlonê jî kirin.
Baş nayê zanîn ka sivîlan ji êrîşa çeteyan ziyan ditîne û dîsa devera ku hate bomberdûmankirin ziyana madî pêk hatiye an ne.
Heta vê kêliyê jî êrîşên çeteyan hê ji didomin, Ceyş El Swar (Artêşa Şoreşgeran) û şervanên YPG/YPJ’ê besivê didin van êrîşan.