Çeteyan dûh şev êrîşî Kerkûkê kirin

Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê, êrîşî hêzên Kurd ên li ser sînorê Başûrê Kerkûkê kirin.

Dûh şev di saet 22:00’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî 2 kuleyên ku li ser sînorê di navbera gundên Yermûk û Newafl a girêdayî Tilwedê yê dikeve eniya Başûrê Kerkûkê.

Hat diyarkirin ku êrîşa çeteyên DAIŞ’ê yên ku li hember 2 nûqteyan ji aliyê hêzên Kurd ve di heman demê de hate bersiv dan û êrîş hate pûçkirin. Hat diyarkirin ku hêzên YPG’ê, YJA-Star û Pêşmergeyên li herêmê ev êrîş vale derxistin. Li ser bersivdayîna hêzên Kurd ên li herêmê çeteyên DAIŞ’ê derbên giran xwarin û kûştî û birîndarên xwe li pey xwe hêlan. Hat ragihandin ku cenazeyek yê DAIŞ’ê jî ketiye destê hêzên Kurd de.

Hat xuyakirin ku di encama vê êrîşa DAIŞ’ê de ti windahiyên ne gerîlayên HPG/YJA-Star û Pêşmergeyan çêbûne.