Cerdevanên neçûn operasyonê çek danîn

Cerdevanên neçûn operasyonê çek danîn

Li herêma gundê Setkarê û Germavê yên qontara çiyayê Katoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Piştî operasyonê 4 cerdevanên ku neçûn operasyonê dest ji çekan berdan.

Li herêma gundê Setkarê û Germavê yên qontara çiyayê Katoyê ya girêdayî Elkê ya Şirnexê bi levlêbûna gelek leşker û cerdevanan operasyona leşkerî hate destpêkirin. Operasyona leşkerî didome. Tîmên taybet ên li gundê Setkar, Şekalowa, Geznex û Kermawê tev li operasyonê bûn, neheqî li welatiyan kirin û ji welatiyan xwestin ku sewalên xwe û malên xwe kom bikin û koç bikin. Welatiyan diyar kir ku tîmên taybet gefên kuştinê li wan xwarine.

Li aliyê din 4 cerdevanên gundê Germavê ku nexwestin biçin operasyona Çiyayê Katoyê dest ji çekan berdan. Hate zanîn ku cerdevanên bi navê Bahdin Acar, Aydin Abî, Ahmet Abî, Îskân Abî dest ji çekan berdan.