Cerdevan li Şirnexê fêkiyên herêmên qedexekirî dixwin

Cerdevan li Şirnexê fêkiyên herêmên qedexekirî dixwin

Serfermandariya Artêşa Tirk bi hinceta “tedbîqat” 14 herêman bi bo demekê ji bo sivîlan qedexe kir. Vê yekê gundiyên li Şirnexê debara xwe bi rez û baxçeyan dikin, mexdur kir. Cerdevanên li herêmê diçin herêmên hatine qedexekirin û fêkiyên gundiyan ên ku bê xwedî mane destser dikin û yên ji ber wana dimînin jî difiroşin.

Serfermandariya Artêşa Tirk, ji 6’ê tîrmehê heta 6’ê cotmehê bi qasî sê mehan gelek herêmên Bakûrê Kurdistanê ji bo demekê qedexe kir. Di nava van hin herêmên Şirnexê jî hene. Ji ber ku ev dever weke “herêmên qedexe” hatin îlankirin, bax, rez û baxçeyên gundiyên li herêmê bê xwedî man.

Gundiyên ku dixwazin biçin rezên xwe yên tirî û baxçeyên fêkiyan, bi hinceta herêm ji sivîlan re hatiye qedexekirin, ji aliyê artêşa Tirk ve tên astenkirin. Ev rez û baxên gundiyan jî ji bextê cerdevanan re hiştine.

Bi taybet li qûntarayên çiyayê Cûdî, bi sedan donumên zeviyên rezên tirî, sêv, hêjîr, karçik, goz û hinaran ji aliyê cerdevanan ve têne talankirin. Cerdevan li deverên weke Hîsar, Çaglayan, Aksoy û Qereşoyê, bi traktoran fêkiyên gundiyan dikişînin dibin gundên xwe, yên ji ber wan dimînin jî difiroşin.