Cenazeyên sê şervanên azadiyê hatin veşartin

Cenazeyên şervanên azadiyê yên li Minbicê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin.

Şêniyên Hesekê û Şedadê, cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xelef Ibêd (kemal Ecac) û Casim Mihemed El Ehmed ên (Aedm Şedadî) di 11'ê Tebaxê de li Minbicê jiyana xwe ji dest dan, bi konvoyek ji wesayîtan wergirtin û berê xwe dan Şedadê.

Li Şedandê, di destpêkê de  Yekîneyên Parastina Gel û Jinê (YPG / YPJ) merasîmeke leşkerî lidar xistin. Piştre ji Fermandarên QSD’ê Xebat Derwêş axivî û diyar kir ku bi saya fedakariya Têkoşeran, Minbic hat rizgarkirin.

Xebat Dêrik her wiha destnîşan kir ku bi saya cangoriyên azadiyê ji tevaya pêkhateyan û berxwedana gel, îro şêniyên herêmê bi rengekî aram dijîn û wiha got: "Şedadê jî bi saya fedakariya van şehîdan rizgar bû. Em ê di berxwedana li ser rêya Şehîdan heta rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyeyê ji qirêjî û hovîtiya terora çeteyan, berdewam bikin."

Paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Endama Saziyê Cîhan Xelîl axivî û ev tişt got: "Şehîd Rêberên me yên Sembolîk û menewî ne, heta rizgarkirina tevahiya herêmê ji terorê, em ê li ser rêya wan têbikoşin, Şehîdên me ew kesên ku rêya azadiyê ji bo me ronî dikin e."

Piştre bawenameyên şehadeta têkoşeran ji aliyê Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Kotî ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyên herdu têkoşeran di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên 'Şehîd namirin' de, li goristana Şedadê hatin veşartin.

TIRBESPIYÊ

Şêniyên bajarê Tirbesipiyê cenazeyê têkoşer Xebat Tirbespiyê (Ebdulmecîd Casim) ji pêşiya saziya malbatên şehîdan wergirtin û bi karwanekî erebeyan ber bi goristana şehîd Dilşêr a gundê Digirî, ketin rê.

Di destpêkê de merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Serokê Meclîsa Rêvber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, Endamê Meclîsa malbatên şehîdan a bajarê Tirbespiyê Mihemed Zekî û Fermandarê YPG’ê Macid Tirbespiyê, axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbata şehîd û tevahî gelê Rojava û Sûriyeyê re xwestin û dane zanîn ku şervanên azadiyê canê xwe feda dikin da gelê xwe azad bikin, parastina hemû pêkhateyan bikin û civaka xwe li ser esasê biratiya gelan, ava bikin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku bi saya biratiya gelan û ramanên azad ên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser hatiye avakirin û hevgirtina pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb, suryan û tirkmen, bajarê Minbicê hatiye rizgarkirin.

Her wiha di axaftinan de hate diyarkirin ku bi rizgarkirina Minbicê gaveke nû ber bi Sîstema Federal a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ve hat avêtin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat eşkerekirin û malbata wî soza şopdariya riya wî, dan.

Cenazeyê têkoşer Xebat li goristana şehîd Dilşêr di nav dirûşmeyên şehîd namirin û tîlîliyên dayîkan de, sipartin axê.