Cenazeyên gerîlayê HPG'ê û şervanê YPS'ê hatin veşartin

Cenazeyên gerîlayê HPG'ê Osman Ûgûrlayan û şervanê YPS'ê Yûnûs Aybek bi merasîman hatin veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Osman Ûgûrlayan (Brûsk Amed) ê li Geliyê Mûnzûrê yê Dersîmê roja 9'ê Tebaxê di bomberdûmana balafirên şer de jiyana xwe ji dest da, li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin û anîn navçeya Bismilê ya Amedê. Ji vê derê jî cenaze birin taxa Darloya Jor û ji bo bicihanîna wecîbeyên olî rakirin Mizgefta Hz. Elî. Bi sedan kes tevlî merasîma li vir bûn, ku Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, rêveberên HDP, DBP û MEYADER'ê jî amade bûn. Li dû bicihanîna wecîbeyên olî, girseya gel darbesta cenaze hilgirt ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" birin goristanê.

Hevserokê Şaxê MEYA-DER ê Amedê Hasan Pençe di merasîmê de axivî û got, "Beriya her tiştî bila serê malbatê û gelê Kurd sax be. Gelê me dixwaze li ser axa xwe bi rengekî azad û wekhev bijî. Mirovên me jiyaneke koledarî naxawze, jiyaneke azad dixwaze. Yên li hemberî vê yekê ne, bi rengekî hovane komkujiyan dikin û êrîşên faşîzan pêk tînin. Bêguman gelê me wê li hemberî van êrîşan serî netewîne." Piştî veşartina cenaze, girseya gel li mizgefta taxê sersaxî ji malbatê re xwest.

CENAZEYÊ AYBEK LI MISRICÊ HAT VEŞARTIN

Cenazeyê şervanê YPS'ê Yûnûs Aybek (Egîd Koçer) ê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê roja 12'ê Tebaxê di şer de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve duh danê nîvro ji Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hat wergirtin û danê êvarê anîn Sêrtê. Darbesta cenaze li pêşiya navçeya Misricê ji aliyê gelek kesan ve hat pêşwazîkirin, ku di nav de rêveberên HDP û DBP'ê jî hebûn. Danê êvarê jî cenaze anîn Goristana Zeviye. Li dû bicihanîna wecîbeyên olî, cenazeyê Aybek li vir veşartin.

Girseya gel piştre çû taxa Bariş û li vir sersaxî ji malbatê re xwest.