Cenazeyên Dînç, Aras û Sever li Qereyaziyê hatin veşartin
Cenazeyên Dînç û Aras ên HPG'yî yên di şer de jiyana xwe ji dest dan û Sever ê di êrîşên qirkirinê de jiyana xwe ji dest da, hatin veşartin.
Cenazeyên Dînç û Aras ên HPG'yî yên di şer de jiyana xwe ji dest dan û Sever ê di êrîşên qirkirinê de jiyana xwe ji dest da, hatin veşartin.
Ji bo gerîlayên HPG'ê Şeyhmus Dînç (Botan) û Mûrat Aras (Harûn Tolhildan) ên di 25'ê Nîsanê de li bejahiya Çemçê jiyana xwe ji dest dan û Sefa Sever ê di 5'ê Nîsanê de li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di êrîşên qirkirinê de jiyana xwe ji dest da, li gundên Kurdika, Avazirak û Kaprêxê yên navçeya Qereyazî ya Erzîromê merasîma cenazeyî hat lidarxistin. Cenazeyê Şeyhmus Dînç ê li Saziya Tip a Edlî ya Erziromê ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin, li pêşiya gundê Kurdika ji aliyê welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Piştî wecîbeyên olî yên li mizgefta gund, welatiyan darbesta Dînç dan ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" anîn goristana gund. Dînç li vê derê li ber dirûşmeyan hat definkirin.
ARAS LI KAPREXÊ SPARTIN AXÊ
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mûrat Aras (Harûn Tolhildan) li gundê Kaprexê spartin axê. Cenazeyê Aras li pêşiya gund, bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin û anîn goristana gund. Aras piştî wecîbeyên olî hat definkirin. Di merasîma cenazeyî de bavê Aras, Huseyîn Aras got "Bila serê gelê kurd sax be. Şehîd, şehîdên me hemûyan e."
CENAZEYÊ SEFER LI BER TILÎLÎ Û DIRÛŞMEYAN HAT VEŞARTIN
Ji bo berxwedêrê Silopiyayê Sefa Sever jî li gundê Avazirav merasîma cenazeyî hat lidarxistin. Cenazeyê Sefer li pêşiya gund bi dirûşmeya "Şehît namirin" hat pêşwazîkirin. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Sefer li ser milan anîn goristana gund, li ber dirûşme û tilîliyan spartin axê.