Cenazeyên 9 cangoriyên azadiyê hatin veşartin
Cenazeyên 8 cangoriyên Minbicê û şervanekî YPG’ê bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Xebat hatin oxirkirin.
Cenazeyên 8 cangoriyên Minbicê û şervanekî YPG’ê bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Xebat hatin oxirkirin.
Bi hezaran welatiyên bajarê Dêrik û Koçerat ji bo oxirkirina cenazeyên Martin Trodan (Rodî Çekdar) ê ji Slovînya, Bêrivan Ayçîkek (Dicle Bêrîvan), Îmerolah Oniver (Sîpan Rustem), Nayîb Şocayî (Çiya Cotkar), Bîlan Bamok (Berxwedan Amed), Şiwayîb Tawiryah (Fiwad Bale Siwar), Ebdulmuhsin Şêx (Cûdî Sîpan) ên ku Operasyona Rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe jidest dan, her wiha cenazeyê şervanekî YPG‘ê Malik Cankir (Botan Koçer) ê li bajarê Dêrikê jiyana xwe jidest da, li pêşiya nexweşxaneya Dêrik kom bûn. Girse cenaze ji nexweşxaneyê wergirtin li gel bilindkirina alan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û duruşmeyên Şehîd namirin ber bi Goristana Şehîd Xebat ve bê rê ketin.
Di merasîma oxirkirinê de, şandeyeke ji Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyeyê, şandeyeke ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hevseroka Meclîsa Sûreyeye Demokratîk Ilham Ehmed, nûnerên partiyên siyasî, saziyên Civaka Sivîl, şervanên YPG‘ê û malbata têkoşer Martin Trodan (Rodî Çekdar) ê ji Slovînya, amade bibûn.
Şervanên YPG‘ê cenazeyên her 9 têkoşeran li ser milên xwe kirin û derbasî goristanê kirin. Şervanên YPG/YPJ'ê di destpêkê de merasîmeke leşkerî pêk anîn.
Ji fermandarên YPG‘ê Milîtan Efrîn axivî û sersaxî ji malbatên cangoriyên Minbicê re xwest û soza şopandina rêya têkoşeran dûbare kir.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeye Demokratîk (QSD) Ilham Ehmed jî axivî û bal kişand ku sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava- Bakurê Sûriyeyê di bi xwîna şehîdan were ragihandin û got: "Serketin nêzîk bûye, pêngava rizgarkirina Minbicê, di heman demê de damezirandina sîstema federasyonê ye, di demeke nêzîk de em mezgîna rizgarkirina Minbicê û 15‘ Tebaxê pîroz bikin."
Di merasîmê de her wiha, Seroka Partiya Nûkirin û Demokratîk li Sûriyê Fîras El-Qesad jî axaftin kir û destnîşan kir ku netewa demokratîk nirxên jiyana hevbeş diparêze, li hemberî terorîstan li ber xwe dide, El-Qesas got ku Şehîdên wan ên herî rast û durust in nirxên tevahî mirovan diparêze.
Serokê Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Mensûr El-Selûm ji aliyê xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameyên têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. malbatan jî soza şopandina doza şehîdên xwe dan.
Xuşka Martin Trodan Îra Slovîna ku ji Slovînya beşdarî merasîmê bibin li ser hin taybetmendiyên birayê xwe rawestiya û got: "Birayê min Martin ê herî biçûk di malbatê de ye, bi sîstema demokrasî ya Rojava bawer bû, tevlî YPG‘ê bû, da ku şerê DAIŞ‘ê bike û mirovahiyê biparêze."
Xuşka Martin serbilindahiya xwe bi şehadeta birayê xwe anî ziman.
Şervanan cenzeyên hevalên xwe li ser milên xwe kirin û di nava duruşmeyan û tilîliyên dayika spartin axê.