Cenazeyên 8 cangoriyên Minbicê hatin veşartin

Cenazeyên 8 şervanên di Operasyona Rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin.

Bi hezaran ji şêniyên bajarê Qamişlo duh danê êvarê cenazeyên têkoşer Îdrîs Kaya (Dijwar Berwarî), Alan Şahîn (Dilbirîn Qamişlo), Miqdad Elî (Kemal Enteriyê), Ehmed Xelîl (Zagros Qamişlo), Cûdî Ebdî (Cûdî Idrîs), Hisên Mehmûd (Devrim Qamişlo) yên ji pêkhateyên ereb, Adil Îbrahîm (Murad Qamişlo) û Ekrem Îbrahîm) ku di 22 û 24’ê Tîrmehê di operasyon rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dane, ji mala gel a taxa Enteriyê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo ve birin. Welatiyên bajarê Qamişlo, darbestên têkoşeran hilgirtin ser milê xwe û bi meşê ber bi goristanê ve çûn.

Di dema çûna ber bi goristanê ve dirûşmên dilsoziya bi têkoşeran hatin qîrîn. Li goristanê jî bi hezaran kesî cenaze pêşwazî kirin. Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û partiyên siyasî jî amade bûn.

'ŞOREŞ BI SAYA WAN PÊK HAT'

Li goristanê merasîma oxirkirinê hat lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê jî Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Hêvîn El-Seyd axivî. Hêvîn got ku bi saya têkoşeran destketiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava, tên parastin.

Piştre Nûnerê Rêveberiya xweseriya Demokratîk ê Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso jî axivî. Hiso di destpkê de sersaxî ji hemû malbatên têkoşeran re xwest. Hiso destnîşan kir ku gelê Başûrê Kurdistanê gelekî şoreşger e û ji bo wê jî ciwanên Başûr berê xwe dan Rojava û di refên berxwedanê de cih girtin.

Hiso got ku gelê Rojava li hember çeteyan destanên lehengiyê dinivîsînin û ev şehîdên ku jiyana xwe ji dest didin, nîşaneya vê yekê ne.

Piştre Feramandarê YPG’ê Hesen Qamişlo jî axivî. Hesen bang li hemû pêkhateyên Rojava kir ku hêza xwe bikin yek û destekê bidin berxwedana heyî.

Piştre wesîqeyên şehadetê yên têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên têkoşeran li ber tilîlî û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.