Cenazeyên 6 têkoşerên QSD'ê hatin veşartin
Cenazeyên 6 têkoşerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Sirînê hatin veşartin.
Cenazeyên 6 têkoşerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Sirînê hatin veşartin.
Cenazeyên 6 têkoşerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Sirînê hatin veşartin.
Têkoşer Şaban Ebdî, Hisên Ebdî, Ehmed Ebdî, Mihmed El-Ebdî, Fewaz Elo ku pişmam û xizmên hev in û têkoşer Mihemed Ebdî duh di bersivdayîna êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dijî Bendava Tişrîn û gundewarên wê de jiyana xwe ji dest dan.
Ji bo oxirkirina têkoşeran bi sedan welatiyên Kantona Kobanê û bajarokê Sirînê yên Kurd û Ereb li bajarê Kobanê hatin cem hev û ji vir bi karwanek ji dehan wesayîtan berê xwe dan bajarokê Sirîn ku bi 45 kîlometreyan li başûrê Kobanê ye.
Li Sirînê, têkoşer Mihemed Ebdî li gundê Xatûniyê (10 km başûrê Sirînê) û her 5 têkoşerên din jî li gundê El-Mensiyê (10 km başûrê Sirînê) hatin oxirkirin.
Li her du goristanan karwanê oxirkirinê nimêja cenazeyan kirin û cenazeyên têkoşeran oxir kirin.