Cenazeyên 6 endamên asayîşê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
6 endamên asayîşê yên li Qamişlo û Girê Spî di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin.
6 endamên asayîşê yên li Qamişlo û Girê Spî di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin.
Hevserokên Meclîsa Damezrîner a Sîstema Fedraliya Demorkatîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif û Mensûr El-Selûm, Rêveberê Giştî yê Asayîşa Rojava Ciwan Îbrahîm, Hevserokê Desteya Parastinê yê Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen, Nûnerên TEV-DEM û Partiyên Siyasî û Kongreya Star jî di nava de bi hezaran welatiyên ji Qamişlo, Tirbespiyê û Serêkaniyê cenazeyên endamên Asayîşê Yihya Kurdî, Ekrem Xalid, Serbest Resûl, Ednan Husên û Ebdulxenî Îbrehîm ên 30’ê Nîsanê li taxa Xelîc a Qamişlo di encama êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dan, her wiha endamê Asyaîşê Mihemed Biro ê 1’ê Gulanê li herêma Girê Spî di şerê li dijî komên çete yên DIAŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê. Cenazeyên têkoşeran bi ala Asayîşê û gulan hatibûn xemilandin. Girseya gel bi armanca wergiritina cenazeyan li ber Mala Gel a Taxa Enteriyê kom bûn.
Girseya ku bê navber dirûşmeyên dilsoziyê berz kirin û wêneyên cangoriyan rakirin dema cenaze wergirtin, cenaze li ser milan kirin û ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan derketin rê. Li goristanê merasîm hate lidar xistin. Destpêkê hêzên Asayîşê merasîma leşkerî pêk anîn.
Paşê Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Selûm El-Mensûr, Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Mando Xelo Eza, Serokê Parstinê yê Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen, Hevserokê Desteya Karê Hundir ê Kantona Cizîrê Kenan Berekat, her wiha Endamê Yekîtiya Oldaên Islamê li CIzîrê Ebdulrehman Bedirxan axivîn.
Di axaftinan de bal hate kişandin ser berxwedana gelê Rojava ya ji bo parastina destketiyan û hate gotin ku yekîtiya di navbera pêkhateyan de hemû planên dijberiyê pûç kiriye.
Di axaftinan de her wiha bal hate kişandin ser êrîşên komên çete û rejîmê yên li dijî vîna gelê herêmê têne kirin û hate destnîşankirin ku wê planên êrîşkaran ti carî bi ser nekevin.
Piştî axaftinan cenazeyên 5 endamên Asayîşê yên di êrîşa li Qamiilo de jiyana xwe ji dest dan li goristana Şehîd Delîl Sarûxan hatin definkirin û cenazeyê Endamê Asayîş Ebdulxenî Îbrehîm jî birin goristana Şehîd Dilşêr a li herêmê Dugirê ya Tirbespiyê û wê li wir bê definkirin.