Cenazeyên 5 cangoriyan li Kobanê û Efrînê hatin veşartin
Cenazeyên 5 şervanên li Minbic, Kobanê û Efrînê di qadên berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmên girseyî hatin definkirin.
Cenazeyên 5 şervanên li Minbic, Kobanê û Efrînê di qadên berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmên girseyî hatin definkirin.
Cenazeyên 5 şervanên li Minbic, Kobanê û Efrînê di qadên berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmên girseyî hatin definkirin.
EFRÎN
Bi sedan welatiyên herêma Şehba û Kantona Efrînê cenazeyê têkoşer Mihemed Welîd Henkûş (Ebû Şadî) ê di berxwedana herêmên Şehba de jiyana xwe ji dest da, ji nexweşxaneya Avirîn a Efrînê wergirtin.
Girseya gel ku alên Ceyş El-Siwar û wêneyên têkoşeran wergirtibûn û bê navber dirûşme berz dikirin, piştî wergiritina cenaze bi karwanek ji wesayîtan ber bi goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê li navçeya Şera derketin rê.
Girseya gel cih cihekî nêzî goristanê, darbest ji wesayîtan daxist û hilgirt ser milan. Girse li vir bi qîrîna dirûşmeyan heta goristanê meşiya.
Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê destpêkir û paşê jî li ser navê Fermandariya Ceyiş El-Siwar yek ji fermandarên Ceyş El-Siwar Ebsî Taha, li ser navê Rêveberiya Herêmên Şehbayê Eyşê Berketa, Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Herêmên Şehba Îsmaîl Mûsa, Endaê Rêveberê yê Asayîşa Herêmên Şehba Nîdal Şêx Ebdo axivîn.
Di axaftinan de bal hate kişandin ser girîngiya hevgirtina di navbera hemû pêkhateyan a di vê demê de û hate destnîşankirin ku bi hevgirtinê wê rêya avakirina Sûriyeya Demokratîk ku mafê hemû pêkhateyan biparêze pêş bikeve.
Piştî axaftinan endama Meclîsa Rêveber a Herêmên Şehba Fîdan Îsmet nasnameya têkoşer Ebû Şadî xwend û radestî malbata wî kir.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê Ebû Şadî bi dirûşmeyan spartin axê.
KOBANÊ
Li Kobanê jî bi sedan kesî cenazeyên çar têkoşerên bi navê Mustefa Mûsa, Piling Sûr, Zagros Qlqelê û Nîzar Semo yên di berxwedana rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dane, spartin axê.
Girseya gel bi armanca wergirtina cenazeyên têkoşeran li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê hatin cem hev. Girseyê cenazeyên endamê Asayîşê Mustefa Mûsa yê di eniya Bendava Tişrîn jiyana xwe ji dest da, şervanên YPG’ê Yûsif Elî Piling Sûr, Murad Aşgul (Zagros Qelqelê) ên di eniya rojhilatî Bendava Tişrîn jiyana xwe ji dest dan û Şervanê QSD’ê Nîzar Semo yê di Opersyona Fermnadar Feysel Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest, wergiritin.
Girseya Gel ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şervanên YPG/YPJ û QSD’ê vekiribûn û bê navber dirûşme qîriya ber bi goristana Şehîd Dicle derketin rê.
Li rêya pêşiya goristanê girseya gel darbest li ser milan kirin û bi dirûşmeyan heta goristanê meşiyan. Li vir merasîma bi rêzgirtina leşkerî destpêkê kir û paşê yek ji fermandarên YPG’ê Gulbuhar Qamişlo axivî. Qamişlo diyar kir têkoşerên azadiyê ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda dikin û soz da ku ewê heta dawî şopdarên rêya wan bin û wê li dijî komên çete û hemû êrîşkaran li ber xwe bidin.
Di berdewama merasîmê de li ser navê hêzên Asayîşê Welat Derwîş axivî û got ku pêwîste hemû kes ji bo gel berxwedanê bike û ev got: “Berxwedana me ne ji bo rojek yan du rojan e, em ê berxwedaneke mayînde bikin.”
Piştî axaftin bi dawî bû endama Saziya Malbata Şehîdan Ronahî Ehmed nasnameya şervanan xwend. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên 4 têkoşeran bi diurşmeyan spartin axê.