Bi sedan welatiyên bajarê Dêrik û Girkê Legê cenazeyên şervanên YPG’ê Argêş Ernesto û Zana Bagok ên di berxwedana herêma Holê ya gundewarên Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.
Bi armanca oxirkirina cenazeyên şervanên YPG’ê Arjîn Çakmak (Argêş Ernesto) û Sercan Ozmen (Zana Bagok) ên di berxwedana rizgarkirina herêma Holê ya başûrê Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, bi sedan welatiyên bajarê Dêrik û Girkê Legê li pêşiya Nexweşxaneya bajarê Dêrikê kom bûn.
Girseya gel cenazeyên têkoşeran ji Nexweşxaneya bajarê Dêrikê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Dema ku girseya gel gihişt Goristanê, şervanên YPG/YPJ’ê cenazeyên têkoşeran hildan ser milan û birin qada goristanê. Li vir ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê û endamên Hêzên Asayîşê ve merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG’ê Hisên Şawîş axivî û di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest.
Şawîş berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li eniyên şer silav kir û got: “Ji bo ku gelek xwe ji êrîşan biparêze, parastin yek ji hêmanên sereke ye. Îro em li Rojava axa xwe ji faşîzmê dibarêzin.”
Di dawiya axaftina xwe de Fermandarê YPG’ê Hisên Şawîş helwesta hin aliyên Kurdî ku li dijî berjeweniyên şoreşa Rojava kar dikin, şermezar kir.
Her wiha di merasîmê de endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hesen Koçer axivî û bal kişand ser rola têkoşeran di serketina şoreşan de û got: “Şoreşa me li Rojava şoreşa şehîdan e. Di rizgarkirina her gund û bajarekî de me têkoşer pêşkêş kirine. Ji ber vê yekê şehadet ji bo gelên Rojava rûmet e. Bi saya têkoşerên ku li eniyên şer berxwedanî kirin, hemû komployên li dijî şoreşa Rojava û gelê wê, vala hatin derxistin.”
Nasnameya 2 şervanên jiyana xwe ji dest dane wiha ye:
Argeş Ernesto (Arjîn Çakmak)
Navê dayik û bav: Ayşe-Yaşar
Li Wanê ji dayik bûye
12’ê Mijdarê li Holê jiyana xwe ji dest da.
Zana Bagok (Sercan Ozmen)
Navê dayik û bav: Hafîze-Îbrahîm
Li Mêrdînê ji dayik bûye
9’ê Mijdara 2015’an li Holê jiyana xwe ji dest da.