Cenazeyê xebatkarê Ozgur Gun TV Işik hat veşartin

Cenazeyê xebatkarê Ozgur Gun TV Halîl Işik ê duh li Amedê ji ber qezayeke trafîkê jiyana xwe ji dest da, li Edeneyê hat veşartin.

Cenazeyê xebatkarê Ozgur Gun TV Halîl Işik ê duh li Amedê ji ber qezayeke trafîkê jiyana xwe ji dest da, li Edeneyê hat veşartin.

Cenazeyê xebatkarê Ozgur Gun TV Halîl Işik ê duh li Xaçerêya Otogarê ya navçeya Peyasê ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest da, ji mala malbata wî ay li taxa Şakîrpaşa ya navçeya Edene Seyhanê bi konvoyekê hat wergirtin û ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin.

Xebatkarên çapemeniya azad di merasîmê de pankarta bi nivîsa "Xebatkarê çapemeniya azad Halîl Işik namire" vekirin. Di merasîmê de rêveberên HDP'ê, xebatkarên Navenda Çanda Mezopotamyayê û gelek welatî amade bûn. Piştî wecîbeyên olî yên li Goristana Kuçukoba cenazeyê Işik li nava gorên şervanên YPG/YPJ û Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî, li ber duayan hat veşartin.

Serokê MEYADER Şaxê Edeneyê Mûrat Tûrgay li merasîmê peyivî û anî ziman ku Işik 15 sal in xebatkarê çapemeniya azad bû û sersaxî ji tevahiya civata çapemeniya azad û malbatê re xwest.