Cenazeyê şervanê YPS'ê Balos hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPS'ê Ramazan Balos bi merasîmekê hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPS'ê Ramazan Balos bi merasîmekê hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPS'ê Ramazan Balos ê roja 12'ê Tebaxê tevî 7 hevalên xwe li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jiyana xwe ji dest da, ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Artûklûyê hate wergirtin.
Cenazeyê Balos ji aliyê malbata wî, MEYA-DER a Mêrdînê, rêxistinên HDP û DBP'ê yên Mêrdînê, Hevşaredarên Nisêbînê û welatiyên Nisêbînê li Goristana Morîs a Taxa Elika hat veşartin.
Dema cenaze dihat veşartin, polîsên Tirk dor li goristanê girtibûn.
Wê konê şîna Balos li Stenbolê bê vedan.