Cenazeyê şervanê YPG'ê Agirbaş ji aliyê deh hezaran ve hat definkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ercan Agirbaş yê ku li Girê Xabura Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Navçeya Geverê ji aliyê 30 hezar kesan ve hat definkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ercan Agirbaş yê ku li Girê Xabura Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Navçeya Geverê ji aliyê 30 hezar kesan ve hat definkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ercan Agirbaş yê ku li Girê Xabura Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Navçeya Geverê ji aliyê 30 hezar kesan ve hat definkirin.
Di 15'ê Sibatê de li gundê Girê Xaburê yê Kobanê şervanên YPG/YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyon pêk anî. Di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ'ê de şervanê YPG'ê Ercan Agirbaş (Sinan Gever) jiyana xwe ji dest dabû. Piştî otopsiya cenazeyê Agirbaş li Rihayê hat kirin û şûnde cenazeyê wî şandin Geverê. Cenazeyê Ercan Agirbaş li Geverê ji aliyê nêzî 30 hezar kesan ve hat pêşwazîkirin. Esnafan ji bo cenaze pêşwazî bikin neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Rêxistina DBP'ê ya Geverê jî pankarta reş bi avahiya xwe vekirin. Bi deh hezaran kesên beşdarî merasima cenaze bûn cenaze birin Pira Şakitanê ya taxa Bajirgehê ku 20 kîlometre dûrî Geverê ye.
Bi hezaran welatiyên beşdarî merasima cenaze bûn bê navber silogana "Bijî berxwedana Kobanê" berz kirin. Dayikên ku ji bo Agirbaşli zimêr gotin dilê mirovan sotin. Piştî wecîbeyên olî girsê darbesta Agirbaşli danin ser milê xwe û bi posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YPG'î Agirbaş, alên KCK, PKK û YPG'ê û pankarta "Bi ruhê we yê fedaî Kobanê îro azad e" vekirin û meşiyan. Girsê li Goristana Bajırgehê merasim pêk anî û li vir cenaze defin kirin. Girsê di merasimê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Rêheval Ercan nemir e", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar selav" û "Şehid namirin" berz kirin. Dema girse di ber nokteya kontrola polîsan re derbas bû, endamên meclisa ciwanan dest dan hev û destûr nedan ku girse êrîşî polisan bike. Girsê bi silogna "Bimre DAİŞ" û "Tolhildan" bertekên xwe yên li hemberî polîsan anîn ziman."
Dema cenazeyê Agirbaş hat definkirin girsê qurnefilên kesk, sor û zer avêtin ser gorê û sêniya hinê danîn ser gorê. Girsê piştî definkirinê sirûda "Marşa Rojava" xwend û rêz girtin. Piştre li ser navê girsê Hevserokê Şaxa MEYADER'ê ya Colemêrgê Ramazan Elmas, desnîşan kir ku rêheval Ercan ji bo azadiyê bedena xwe diyar kir û wiha got: "Rêheval Ercan bi bedena xwe mizgîniya azadiyê ji Kobanê anî Geverê."
Mamê YPG'ê Agirbaş Omer Agirbaş, ji bo deh hezar kes beşdarî merasimê bûn spasiya xwe anî ziman û wiha got: "Sinan, Kandil ji bo her buhost axa Kurdistanê di ber xwe da. Her bijî Peşmerge, gerilla, PKK û YPG"
Di merasîmê de fermandarek YPJê ji Kobanê bi telefonê axivî û wiha got: "Em wekî jinên YPJ'ê ne tenê li Kobanê em dê ji bo her buhost axa Kurdistanê têbikoşin. Em hemû gelê xwe yê berxwedêr silhav dikin."
Piştî axaftinan bi deh hezaran kes ji Goristanê derbasî mala sersaxiyê ya Başirgê bûn.