Cenazeyê şervana YPJ’ê Kalkan anîn Pirsûsê

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Şîrîn Kalkan (Silav Serda) ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û anîn Pirsûsê.

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Şîrîn Kalkan (Silav Serda) ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û anîn Pirsûsê.

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Şîrîn Kalkan (Silav Serda) a di operasyona paqijkirina gundên Kobanê de li gundê Girikê 16'ê Sibatê jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbat û nûnerên MEYADER'ê ve ji Deriyê Sînorê yê Murşîtpinarê ji rayedarên Kobanê ve hate wergirtin. Cenazeyê Kalkan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û piştre ji bo otopsiyê wê bibin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Piştî karên otopsiyê wê bişînin Amedê û piştre ji bo definkirinê wê bibin Wanê.

Cenazeyê Kalkan wê li Taxa Suphan a Wanê li Goristana Koyîçî bê definkirin.