Cenazeyê Sarihan li Bazîdê hat definkirin

Cenazeyê Ferhat Sarihan ê li Girtîgeha Oltiya Erzîromê xwîn rijiya ser mejiyê wî û jiyana xwe ji dest da, li Bazîdê hat definkirin.

Cenazeyê Ferhat Sarihan ê li Girtîgeha Oltiya Erzîromê xwîn rijiya ser mejiyê wî û jiyana xwe ji dest da, li Bazîdê hat definkirin. 

Cenazeyê girtiyê bi navê Ferhat Sarihan(23) ê ku li Girtîgeha Oltî ya Erzîromê dima û di 1'ê Gulanê de ji ber xwîn rijiya ser mejiyê wî û dereng ew şandin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, li Bazîd a Agiriyê bi merasîmeke girseyî hat definkirin. Cenazeyê ji Erzîromê hat wergirtin, li veqetandeka rêya Wan-Ebexê ji aliyê konvoyeke ji sedan wesayîtî pêk dihat, hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwaziyê cenazeyê Sarihan bi awayekî girseyî bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" û "Tolhildan" birin goristana li Taxa Koçkirinê. Di dema meşê de balafirên Drone ji hewayê girse dikêşan û her wiha li bajêr ji bilî dermanxane û firinan ti esnafî derbayên xwe venekirin. 

Hevşaredarên Bazîdê, rêveberên DBP û HDP'ê yên Agirî û Bazîdê, rêveberên MEYA-DER, TUHAYD-DER, endamên meclîsê û bi hezaran welatî beşdarî merasîma cenazeyî bûn. Cenazeyê Sarihan bi dirûşme û tilîliyan spartin axê. Di merasîmê de Hevserokê HDP'ê yê Agiriyê Yilmaz Dûrsûn axivî. Dûrsûn dest nîşan kir ku têkoşîna demokrasî û azadiyê bi bedêlên mezin didome û wiha got, "Bi hezaran ciwanên me şehîd bûn, yên bi hezaran jî gorên wan tine ne û bi hezaran jî li çiyê ne. Heta edalet pêk bê wê têkoşîna me bidome." 

Piştî axaftinan girse ber bi mala şînê ve çû.