Cenazeyê nûçegihan Wedat Hisên hate veşartin

Nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên Elî ku 13’ê Tebaxê li Dihokê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, îro bi merasîmekê hate veşartin.

Cenazeyê Wedat îro berê sibehê ji Mizgefta Cûdî hate standin û ew birin goristana Şaxkî. Di dema merasîma cenaze de malbata wî, hevpîşeyên wî û gelek kes amade bûn.

Têkildarî qetilkirina nûçegihanê RojNewsê ji hevpîşeyên wî yên Başûrê Kurdistanê, ji siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û ji hemû beşên civakê nerazîbûn berdewam dikin. Di hemû daxuyaniyan de hate gotin, kuştina nûçegihanekî kuştina civakê ye, ji bo vê jî, li dijî vê divê her kes nerazîbûna xwe nîşan bide, ji bo ku kujerên Wedat bêne dîtin û banga têkoşînê hat kirin.