Cenazeyê Gîvara yê YPG'yî li Kelarê hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Gîvara Germiyanî yê di operasyona Rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Kelar a Germiyanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Gîvara Germiyanî yê di operasyona Rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Kelar a Germiyanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Ji bo şervanê YPG’ê Ako Baqir Mihemed (Gîvara Germiyan) ê li Rojavayê Kurdistanê di şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê de li Minbicê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Kelar a ser bi Germiyanê merasîmek bi heybet hat lidarxistin.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Pişte Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah axivî û got; "Şehîd Gîvara demekê li herêma Germiyan di bin zilm û zextên dagirkerên weke rejîma Baas de jiya. Ev jî bû sedem ku têkoşîna li dijî dagirkeriyê weke erka xwe bibîne. Ji bo rizgarbûna gelê xwe têkoşiya. Pêwîste em jî têkoşîna şehîd Gîvara û hemû şehîdên din bidomînin bikin."
Piştre ji Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê Elî Mihemed axivî û got; "Şehîdbûna Gîvara li Rojava û têkoşîna wî li parçeyek din ê Kurdistanê, peyama rakirina sînorên ji aliyê dagirkeran ve hatiye danîn e. Lewma divê em li ser şopa şehîd Gîvara û hemû şehîdên din bimeşîn."
Ji fermandarên HPG'ê Cemal Andok jî peyivî û sersaxî ji gelê Kurd û malbata cangorî Gîvara xwest. Andok got, "Em li gel şehîdan careke din biryara xwe nû dikin. Ji ber ku ew lehengên gelê Kurd in. Heval Gîvara her çend ku xelkê Germiyan ê Başûrê Kurdistanê be jî, li Rojavayê Kurdistanê li hemberî çeteyên DAIŞ û AKP’ê şer kir. Ev jî nîşaneya yekîtiya gelê Kurd û Kurdistanê ye."
Piştî axaftina Andok, peyama PYD'ê ji aliyê Mistefa Kobanê ve hat xwendin. Di peyamê de hat gotin, "Gelek kes weke şehîd Gîvara ji Başûrê Kurdistanê hatine Rojavayê Kurdistanê şer dikin. Ji Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî bi heman şêweyî. Her wiha gelek heval bi heman şêweyî ji Bakur, Rojava û Rojhilat hatin li Şengal, Mexmûr û Kerkûkê şer kirin, şehîd bûn. Ev hemû nîşaneyên yekbûna gelê Kurd in."
Piştre jî peyama Şaxa 11 a YNK’ê li Germiyan ji aliyê Mihemed Hemesalih ve hat xwendin û wiha hat gotin; "Tevî ku îro li Rojavayê Kurdistanê federalî jî heye, ger berxwedan û têkoşîna şervanan nebûya, wê mertirsî li ser Başûrê Kurdistanê hîn zêdetir bûna."
Di dawiya merasîmê de jî ji malbata Şehîd Gîvara, xalê wî, Tafiq Ehmed gotin, "Şehîd Gîvara ne tenê şehîdê me ye, şehîdê her çar parçeyê Kurdistanê ye" û xêrhatina hemû kesên di merasîmê de kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şervanê YPG'ê Gîvara şevê din saet 22:00’ê li Goristana Kelara Kevin bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ hat veşartin.