Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tore hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Emîr Tore (Şiyar Kûrtay) bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Yek ji 14 gerîlayên HPG'ê yên di şerê li navçeya Şirnex Elkê de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê Emîr Tore (Şiyar Kûrtay) ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Malbata gerîla Tore cenazeyê xwe ji bo definkirinê bi karwaneke ji sedan wesayîtan anî gundikê Girkê yê navçeya Colemêrg Şemzînanê. Welatiyan cenazeyê Tore li ser milan kirin û bi berzkirina dirûşman ber bi goristanê ve meşiyan. Di merasîmê de Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak, Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, hevşaredarên Colemêrg û navçeyên wê û gelek welatî amade bûn. Cenazeyê Tore li ber duayan hat veşartin.

Piştî merasîma definkirinê, ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan li ser gorê axivî û got ku ji ber neheqiya li ser gel qebûl nekirine berê xwe dane çiyayên azad û wiha got: "Şehîd Şiyar Kûrtay li hemberî neheqiya li gelê kurd tê kirin qebûl nekir, ew û hevalên wî canê xwe feda kirin. Bi saya têkoşîna van têkoşeran êdî hemû dinya kurdan nas dike. Divê baş were zanîn ku gelê kurd ti caran serê xwe li ber zilmê netewand û natewîne."

Li ser navê malbatê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Sedat Tore axivî û ev tişt anî ziman: "Şehîd Şiyar bi serbilindî û bi rûmetî çû. Înşalleh Kurd jî wekî wî bi ser bilindî biçin. Yên ku me di vê rojê de tenê nehiştine ez spasiyên xwe pêşkêşî wan dikim."

Piştî axaftinan welatî bi lêdana çepikan ji ser goristanê veqetiyan û ji bo sersaxiyê çûn konê şînê.