Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tagman spartin axê

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Cafer Tagman, bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Cafer Tagman (Dara Kûrtay) ê li navçeya Qaqizman a Qersê di şerê 25'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê anîn Wanê. Cenazeyê Tagman ê anîn morga Akkopru, rêveberên MEYA-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê, DBP û HDP'ê jî di nav de ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin.

Girseya gel li vê derê, darbesta Tagman a bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin hilgirt ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Kujer Erdogan" anî goristanê. Di vê meşê de sêniya hineyê ku li Kurdistanê di dawetan de tê gerandin, hat bilindkirin û posterên Tagman hatin vekirin. Li dû bicihanîna wecîbeyên olî cenaze li ber tilîliyan hat veşartin.

Bav Nadîr Tagman piştî deqeyeke rêzgirtinê peyivî û got, "Bila serê tevahiya gelê Kurd sax be. Şehîd ne tenê kur û şehîdê min e, şehîd û kurê tevahiya gelê Kurd e."

Piştî merasîmê li Mala Sersaxiyê ya Temel Koçer a li taxa Şafakê şîn hat danîn.