Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kemal hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ateş Kemal (Merdan Kemal) ê li Dersîmê jiyana xwe ji dest da, li Wanê hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ateş Kemal (Merdan Kemal) ê li Dersîmê di 16'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê hat veşartin. Cenazeyê Kemal ji morga Akkopru hat rakirin û piştî nimêja li ser cenaze, cenaze birin Goristana Taxa Selîm Beyê. Konvoya cenaze dibir bi tilîlî û dirûşmên "Şehîd Namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hat pêşwazîkirin.

Girseya gel dûre darbest bir goristanê. Di merasîmê de malbat û xizmên Kemal, parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe, rêveberên HDP, DBP û MEYA-DER'ê û gelek welatî amade bûn.

Li dû veşartina cenaze, dua hat xwendin û deqeyek rêz hat girtin. Alîkara Hevserokên DBP'ê yên Bajêr Nazmiye Acar li vir axivî û diyar kir, hikûmeta AKP'ê ji tilîliyên dayikan, ji miriyên Kurdan ditirse. Hevserokê MEYA-DER ê Wanê Îdrîs Şayban jî got, "Ev demeke dirêj e ziman, nasnameya Kurdan qedexe bûye. Ciwanên me ji bo nasname û zimanê xwe azad bikin, canê xwe feda dikin."

Merasîm piştî axaftinan bi dawî bû û gireya gel çû serdana sersaxiyê ji bo malbatê.