Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Coşkûn hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Bariş Coşkûn ê li Amedê di şer de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Bariş Coşkûn ê li Amedê di şer de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Bariş Coşkûn ( Zinar Firat) ku di şerê 18-30 Tîrmehê yê li herêma navçeyên Lice, Hezro û Piran ên Amedê de jiyan xwe ji dest da, piştî encama DNA’yê ji Morga Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşar a Amedê hat wergirtin. Cenazeyê ku li Rihayê bi konvoya wesayîtan ve hat pêşwazîkirin rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.
Danê sibehê, bi hezaran ji şêniyên herêmê ku parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan jî di nav de bû bi tilîlî û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" cenaze ji morgê wergirtin û anîn taxa Qere. Cenazeyê ku hat wergirtin bi dirûşmeyan ve anîn mizgefta taxê. Piştî wecîbeyên olî gel darbesta cenaze girt ser milan, bir goristana taxê û li wir veşart.
Li dû veşartina cenaze dayika Coşkûn sêniya hinê danî ser gorê û li ber sirûda "Çarxa Şoreşe" ve rêz hat girtin.
Di merasîmê de Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan axivî û got; "Me got aştî, wan got na. Me got muzakere, wan got na. Hûn çi ji vî gelî dixwazin? Vê baş bizanibin, vî gelî heta roja îro li ber xwe da, wê ji îro û pê ve jî li ber xwe bide. Ev gel ti carî teslîm nabe. Bi tekoşînek mezin hatiye vê rojê. Hûn vî gelî nikarin bi kuştin û qetlîaman biqedînin. Pêwîste hûn ji vê rêya şaş vegerin."
Girseya gel niha diçe serdana malbata Coşkûn û serrsaxiyê jê re dixwaze.