Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bager Cûdî hat wergirtin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bager Cûdî (Resûl Elemholî) yê di şerê 14'ê Nîsanê yê li bejahiya navçeya Amed Farqînê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve ji Dîlokê hat wergirtin.

Di 14'ê Nîsanê de li bejahiya navçeya Farqînê ya Amedê di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkerên Tirk de şer derketibû, di vî şerî de 8 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Gerîlayê bi navê Resûl Elemholî (Bager Cûdî) piştî testa DNA'yê, ji hêla malbatê ve ji Dîlokê hat wergirtin. Malbata Elemholî ya ku ji Rojhilatê Kurdistanê hat, di 20'ê Nîsanê de cenazeyê kurê xwe teşxîs kir, lê dozger testa DNA'yê xwestibû. Malbata ku heman roj mînakên xwînê da û li wir ma, piştî 9 rojan cenaze kurê xwe wergirt. Piştî cenaze ji hêla malbatê û MEYA-DER'ê ve hat wergirtin, bi konvoyekê di navçeya Bazîda Agiriyê re xwestin derbasî bajarê Makuyê bikin, lê ji ber ku dewleta Îranê nehişt cenaze li wir bê definkirin, wê li Bazîdê bê veşartin.
Her wiha cenazeyê gêrîlayên bi navê Erhan Kaya (Mordem Tîrej) yê ji Wanê, Selîm Guven (Agîd Kurdistan) yê ji Amedê û Kadîr Kon (Mervan Zana) yê li Mêrsînê hatiye dinê, li bendê ye ku ji hêla malbatan ve bên wergirtin.