Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Aydemîr hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferdî Aydemîr (Andok) li ber dirûşmên "Şehîd namirin", "PKK tolhildan" û "Bijî Serok Apo" hat veşartin.

Ji 5 gerîlayên HPG'ê yên li herêma Çemçê ya navçeya Qers Qaqizmanê di şerê 25'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dan cenazeyê Ferdî Aydemîr (Andok) li gundê Çalxa Zetoya yê navçeya Agirî Bazîdê bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê Aydemîr li pêşiya Mûşê bi konvoyeke ji dehan wesayîtan hat pêşwazîkirin û ewilî birin mala malbata wî. Girseya gel piştre darbest hilgirt ser milan û bi bilindkirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayê HPG'ê Aydemîr ber bi goristana gund ve meşiya. Di meşê de dirûşmên "Şehîd namirin", "PKK tolhildan" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Di merasîma cenaze ya li goristana gund de Hevşaredara Agiriyê Mûkaddes Kûlîay, hevşaredarên Bazîdê û bi sedan kes amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê cenazeyê Aydemîr li ber tilîlî û dirûşmeyan hat veşartin.

Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Yilmaz Dûrsûn li vir peyivî û got, "Ev ciwanê me yê em îro wê dispêrin axê, ne ji bo xwe, ne ji bo malbata xwe, ne jî ji bo eşîra xwe jiyana xwe ji dest da. Ew ji bo azadiya tevahiya Kurdan têkoşiya. Divê em jî vê têkoşîna van şitlên ciwan bibînin û bibin yek."

Piştî merasîmê malbatê pêşwaziya serdanên sersaxiyê kir.