Cenazeyê gêrîla Şervan hate wergirtin

Cenazeyê gêrîla Şervan hate wergirtin

Gêrîlayê HPG’ê Ayhan Koçak (Şervan Botan) ku şerekî li bejahiya Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wî ji aliyê malbata wî ve li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hate girtin û ber bi Wanê ve ketin rê.

Gêrîlayê HPG’ê Ayhan Koçak (Şervan Botan) ku di şerekî 7’ê Gulanê li bejahiya Sêrtê jiyana xwe ji dest dab û û cenazeyê wî li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê di ma, malbat ji bo cenazeyê kurê xwe bistîne di demjimêrên sibehê de hatin Sêrtê. Piştî ku malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê da derbazî Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê bûn û cenaze naskir.

Piştî ku cenaze naskirin, cenazeyê gêrîla Şervan ku di nav de Hevserokê BDP’a Bajarê Sêrtê Seracetîn Kayran, Serokê Navenda Navçeyê Halît Kaçar, rêveberên şaxên ÎHD’ê û rêveberên MEYA-DER’a Wanê heyî ji aliyê gelek kesan ve hate girtin û şandin Wanê. Wesayîta cenaze di dorpêça wesayîtên zirxî yên polîsan de jib ajar derket.

Hat hînbûn ku, wê îro cenazeyê gêrîla Şervan li Gorsitana Şabaniye ya navenda Wanê bê veşartin.