Cenazeyê endamê Asayîşê Hesen Ikêd ber bi bêdawîtiyê ve hate oxirkirin
Bi hezaran welatiyên Dirbêsiyê, Serêkaniyê û Zurganê cenazeyê endamê Asayîşê Hesen Ikêd ê dema erka xwe pêk tanî jiyana xwe ji dest dabû, ber bi rêwîtiya dawî ve oxirkirin.
Bi hezaran welatiyên Dirbêsiyê, Serêkaniyê û Zurganê cenazeyê endamê Asayîşê Hesen Ikêd ê dema erka xwe pêk tanî jiyana xwe ji dest dabû, ber bi rêwîtiya dawî ve oxirkirin.
Girseya gel bi armanca wergiritina cenaze li ber Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê hatin kom bûn. Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên şehîdan vekiribûn û bê navber dirûşim qîr dikrin, piştî wergirtina cenazeyê Hesen Ikêd bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ve ketin rê.
Di rêya ketina gund de girseyê karwanê wesayîtê rawestan û cenaze li ser milên xwe kirin û heta goristanê meşiyan. Li goristanê merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.Piştre jî Endamê Melcîsa Malbatên Şehîdan Fehed Şakir axivî û soza şopandina rêya cangoriyan da û destnîşan kir ku bi saya cangoriyan gelek destkeftî li Bakurê Sûriyê bi dest xistine.
Her wiha di merasîmê de li ser navê TEV-DEMʹê Adil El-Muhacirî, li ser navê Asayîşê Îbrehîm Xeraf, û li ser navê Malbata têkoşer Hesen Ikêd jî birayê wê yê di nava YPGʹê de ye Elî Ikêd axivîn.
Piştî axaftinan nasnameya endamê Asayîşê Hesen Ikêd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Herî dawî jî cenazeyê Ikêd bi dirûşim û tilîliyan ve hate definkirin.