Cenazeyê Çar ê li Wanê hat qetilkirin spartin axê

Cenazeyê Mahmût Çar ê li Wanê di serdegirtina malekê de hat înfazkirin, li gundê Hanoglû yê Milazgirê hat veşartin.

Cenazeyê Mahmût Çar ê li taxa Xaçort a navçeya Wan Rêya Armûşa di êvara 30'ê Nîsanê de li malê hat înfazkirin, ji bo bê veşartin anîn gundê Hanoglû yê navçeya Milazgir a Mûşê.

Cenaze li pêşiya gund bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin û li ber tilîlî û dirûşmeyan anîn goristanê. Cenaze piştî bicihanîna wecîbeyê olî û rezgirtinê ber bi rewîtiya dawî ve hat oxirkirin. 

Ji bo Çar wê li gundê Dêrikê serdanên sersaxiyê bên qebûlkirin.